PeyamaKurd - Andres Iniestayê ku hemû kariyera xwe li tîma Spanya Barcelonayê derbas kir beriya çend roj berê biryara veqetînê dabû. Herwiha Iniesta bi ekîba Vissel Kobe ya Japonyayê re li hev kir.
Andres Iniesta piştî veqetîna ji Barcelonayê bi Klûba Vissel Kobe ya Japonyayê re li hev kir. Klûbê daxuyand ku bi fitbolîstê 34 salî re di her mijarê de li hev kirine, lê derbarê stendina pereyê Iniesta de ti agahî nehat dayin.
Iniesta bi serokê klûbê Hiroşi Mikitani re civîna çapemeniyê lidarxist: "Îro bo min rojeke taybet e, ezmûnek girîng e. Malbata min ji ber ku em li Japonyayê ne pir bi kelecan û kêfxweşin. Ji klûbên din jî gellek pêşniyaz hatin lê min xwest werim Vissel Kobeyê, çimkî ez ji projeya wan bandordar bûm."
Iniesta ji binesaziya klûba Barcelonayê têgihîşt û piştre derket tîma Ayê. Di 674 pêşbirkan de forme li xwe kir, di bin bana Barcelonayê de 32 kûpa qezenç kir, ji wan yên herî girîng, 9 şampiyoniya La Lîgayê, 4 caran şampiyoniya Lîga Şampiyonan û 3 caran jî kûpaya superê bidest xist.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin