Îro yekem roja Cejna Remezanê ye

Îro yekem roja Cejna Remezanê ye

PeyamaKurd - Îro Sêşemê (04.06.2019) meha Remezana pîroz bidawî bû û roja 4ê Hezîranê jî yekem roja Cejna Remazanê ye.

Piştî girtina 29 roj rojiya meha Remezana Pîroz, îro roja sêşemê yekem roja Cejna Remazanê ye. Welatiyan ji danê sibehê ve cade û kolan tije kirin û li nava bajêr digerin.

Pişî nimêja îdê mezin serdana goristan û meqedên kesayetên olî dikin. Zarok mal bi mal li şekirê îydê digerin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema cejna Remezana pîroz peyamekî belav kiribû cejna Kurdistaniyan pîroz kiribû û gotibû hêvîdar im rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê li hemû misilmanan welgirtibe û ev cejn bibe cihê dawîhatina nexweşî û kavilkarî û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.


Em wekî malbata PeyamaKurd cejna Remezanê li hemû alema misilman pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û seqamgeriya tevahiya xelkê Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin