AK Partî rê li ber Kurdistan TVyê girt

AK Partî rê li ber Kurdistan TVyê girt

PeyamaKurd – Bi nêzîkbûna hilbijartinên 24ê Hezîranê helwesta rêveberiya Tirkiyê li hember Kurdan hişk dibe û AKPê rê li ber Kurdistan TVyê girt.

Tirkiye di 24ê Hezîranê de diçe hilbijartinên Serokkomarî û parlamenteriyê. Wek ku tê zanîn Partî û aliyên siyasî di navbera xwe de bo serkeftina hilbijartinan tifaq pêkanîn. AKPê jî bi partiya faşist MHPê re tifaq danî û li hember Kurdan roj bi roj helwesta xwe şidand.

 Der barê vê pêvajoyê de  du mînak; Îro kete ajansa ku Dozgerê  Komara Tirkiyê li Diyarbekirê ji ber ku 30 siyasetmedarên Kurd piştgirîya referandûma Başûrê Kurdistanê kirine û êrîşên ser Efrînê şermezar kirine, lêpirsîn da destpêkirin.

Herwiha Erdogan li dijî Îsraîlê li Stenbolê bo Qudsê mitîngek saz kir û ji hawirdorê medya hat vexwendin, lê ekîba Kurdistan TVyê ku beriya du rojan ji bo şopandina mîtingê serlêdanên xwe yên fermî kiribû û ti bersiveke neyînî nehatibû dayîn, ji ber derî hat vegerandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin