Modi: Asiya Kovid-19 ê bo hilberînê amade ye

Modi: Asiya Kovid-19 ê bo hilberînê amade ye

PeyamaKurd-Serokwezîrê Hindistanê Narenda Modi di roja serxwebûnê ya Hindistanê de ragihand ku aşıya bo Kovid-19 ê amade ye û eger zanyarên wan îznê bidin wê hilberîna wê li pey hev bikin.

Modî li bajarê Delhiyê di axaftina xwe de ragihand ku 3 cûre aşı li Hindistanê hatine test kirin. Modî got ku planê dewletê amadeye ku aşiyê bigihînin temamên hemwelatiyan.

Modi, behs kir ku wan dest bi nasnameya dîjîtal ya tenduristiyê kirine û her hemwelatî wê jimareyeka wan hebe û ji bürokrasiyê xwe rizgar bikin.

Serokwezîr bi sedema ku Kovid-19 li aboriya wan bandorekî neyînî kiriye got ku ew amade ne bo desteka xelkê 1.46 trîlyon dolar pere bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin