PeyamaKurd – Fragmana lîstika "Call of Duty: Modern Warfare" duh hat belavkirin. Sêwirîner derbarê lîstikê de radigihînin ku di lîstikê de cih didin şerên wekaletê yên demên modern û aliyê exlaqî yên şerî.
Lîstika Call of Duty: Modern Warfare li herêma xeyalî ya Urzikistan a li Rojhilata Navîn derbas dibe lê nivîskarê lîstikê Taylor Kurosaki, ji Los Angeles Timeyê re axiviye û diyar kir ku wî ji YPGê û şerê wê yê li dijî rêxistina terorê DAIŞê wergirtiye.
Tê çaverêkirin ku di hin beşên lîstikê de ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têne teswîrkirin jî cî bigirin.
Kurasaki, “Ev alîyekî şer e ku nayê xuyakirin, eger min di lîstikê de cî nedaba wan û ev îhtimal dê bi min berbad bihata. Cî nedana van lehengên bê nav dê li dijî qehremanan bêdealetiyeke mezin bûya.”
Di beşeke fragmana lîstikê de ‘xûzespî’yên ku di şerê Sûriyê de lîstikvanên sereke yên provokasyonên çekên kîmyayî ne jî xuya dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin