PeyamaKurd- Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim diyar kir ku bi ewlehiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê heta astekê êdî misoger bûye. Muslim got ji bo mayîndekirina destkeftiyên wan pêdivî bi naskirina pergala wan a neteweya demokratîk a li hundir û derveyî welat heye
Li gor nûçê ya ANHA Muslim da zanîn ku dê bi qebûlkirina pergala neteweya demokratîk re destkeftiyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê mayînde bibin.
Di berdewamê de jî Muslim got ku êdî divê hebûna kurdan û pergala neteweya demokratîk di qada navneteweyî de bi awayekî fermî bê qebûlkirin: “Ji ber neqebûlkirina statuya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, heta niha statuya girtiyên DAIŞ’ê jî ne zelal e. Gelek dewlet dibêjin ji ber ku otorîteya bakur û rojhilatê Sûriyeyê nîne, em bi wan re nakevin nav danûstandinan. Ji bo ev çete dîsa tevgera xwe xurt nekin divê çareseriyeke siyasî bê dayîn. Ji bo mayîndekirina hin tiştan em dikarin hevkariyê di vî alî de bikin lê pêwîstiya qebûlkirina navneteweyî heye.”
Berdevkê PYD’ê Salih Muslim wiha dawî li axaftina xwe anî: “Parastina bakur û rojhilatê Sûriyeyê heta astekê misoger bû. Heta ku pergala neteweya demokratîk ji hêla siyasî û dîplomatîk ve hem li hundir û hem jî li derveyî Sûriyeyê neyê qebûlkirin, destkeftiyên me mayînde nabin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin