PeyamaKurd- Ji aliyê Serokê Dezgeha Ewlekariya Navxweyî ya Almanyayê (Ofîsa Federal a Parastina Destûra Bingehîn) hişyarî ji bo Îraniyên ku li Almanyayê dijîn hat dayîn ku baldar bin.
Di hişyariya Serokê Dezgeha Federal a Parastina Destûra Bingehîn Thomas Haldenwang de hat diyarkirin ku li welêt 200 hezar dijberên rejîmê hene û kesên girêdayî Îranê, bi salan e li ser wan lêkolînan dikin.
Haldenwang bang li Îranî û rexnegirên rejîma Almanyayê kir ku baldar bin û got, "Bi taybetî kesên ku heger plan dikin biçin Îranê yan jî malbatên wan li Îranê ne, divê baldar bin. "
Thomas Haldenwang bal kişand ser wê yekê ku divê kesên ku li ser medyaya civakî çalak in hişyar bin û got ku di xwepêşandanên ku di meha cotmehê de li Berlînê bi beşdariya herî kêm 80 hezar kesî hat lidarxistin de rayedarên ewlehiyê yên Almanyayê pê hesiyane ku sîxurên dijberan wêne û vîdyoyên xwepêşandêran kişandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin