Hafiz Esed ket nav lîsta dorpêçê ya Amerîkayê

Hafiz Esed ket nav lîsta dorpêçê ya Amerîkayê

PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê di çarçoveya “Qanûna Sezar ya parastina sîvîl ya Sûriyê” de gelek kesan ji Sûriyê xiste nava lîsta dorpêçan. Di nava wan de kurê Beşer Esed Hafiz Esed jî heye.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi awayekî nivîskî ragihand ku biryara dorpêçê meha borî dane. Pompeo weha got:

“Wezaretên Amerîkayê yên karên derve û Xezînê di çarçoveya Qanûna Sezar ya parastina sîvîl ya Sûriyê de,14 biryarên dorpêçan daye û kampanya li hemberê rejîma Beşer Esed dewam dike.”

Pompeo di dewama ragihandina nivîskî de li ser qurbaniyên sala 2011an û 2019an ya Hama û Maaratunnûmanê weha dewam dike:

“Rejîma Esed, bûye sembola wahşetê, zilmê, zordariyê û gendeliyê. Bi sedhezaran mirovan kuştin. Proteskokerên aştiyê girtin û îşkence kirin, dibistanan, nexweşxaneyan û bazaran bê jiyana mirovan bidin ber çav, ji holê rakirin.”

Di nav lîsteya dorpêçan de General Zuheyr Esed, kurê Zuheyr Esed, Kerem Esed, kurê Beşer Esed Hafiz Esed jî hene. Yekem qolordûya ku bi ser rejîmê ve ye, di nava lîsteyê de ye.

Amerîka berê jî Beşer Esed di nava wan de 39 kesan xistibû nav lîsta dorpêçan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin