PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd bi tohmeta kuştina kesekî hat bidarvekirin.
Dezgeha mafên mirovan ya Hengaw ragihand, îro danê sibê li girtîgeha Sine girtiyekî kurd bi navê Ehmed Îranî hat bidarvekirin.
اعدام یک شهروند در زندان مرکزی سنندجhttps://t.co/jl4FyJK0wR
— Hengaw Organization (@HengawO) 28 Nisan 2019
Ehmed Îranî sala 2012an bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi cezayê îdamê hatibû mehkûmkirin.
Ehmed Îranî çend roj berê piştî zanîbû dê wî îdam bikin, dev û çavên xwe dirûtibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin