TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çewligê erdhejeke bihêz çêbû

Hevi Turan
Nivîskar
📅 26 gulan 2024 14:15

PeyamaKurd - Li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bihêz a bi tundiya 3,9 pileya rixterê rû da.

Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê ya Çavdêrxaneya Kandilli ya Zanîngeha Bogaziçiyê, pileya erdhejê 3,9 û Serokatiya Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) jî pileya erdheja ku îro li demjimêr 10:49 xulekan çêbûye wekî 3,7 tomar kir.

— Kandilli Rasathanesi (@Kandilli_info) May 26, 2024

Hate diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 2,4 kîlometran de rû daye. Derbarê ziyanên erdheja ku navenda wê navçeya Karliova ya Çewligê ye de hîn ti agahî nehatine.

Parve bike: