PeyamaKurd- Rêveberiya Amerîkayê, li ser şebekeyeke ku alavên teknolojîk ên leşkerî yên li Amerîkayê tên hilberîn ji bo Rusyayê dabîn dike, dorpêç sepandin.
Biryara dorpêçê, ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve bi awayekî nivîskî hat ragihandin. Li gorî daxuyaniyê, şebekeyeke ku bi rêya kompaniyan ji bo Rusyayê alav û amûrên leşkerî dabîn dike, ketiye nav lîsteya dorpêçan a Amerîkayê.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku
“Bi hevkariya Wezareta Dadê ya Amerîkayê û û Buroya Lêpirsînê ya Federal, me li dijî şebekeya ku ji hilberînerên Amerîkayî teknolojiyên hesas û yên leşkerî digirtin û ji bo bikarhênerên Rus dabîn dikirin, dorpêç sepandin.”
Hat ragihandin ku di çarçoveya vê dorpêçê de Yuri Yuryeviç Orekhov ê Rus û 2 kompaniyên vî kesayetî tevlî lîsteya dorpêçan a Amerîkayê hatine kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ev dorpêç, piştî civîna wezîrên darayî yên 33 welatan a kontrolkirina hinardeyên Rusyayê hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin