PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê erdhejeke din a bi pileya 5.0 rû da ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.
Çavdêrxaneya Zanîngeha Kandilli ya lêkolîna erdhejan ragihand ku îro 23yê Sibatê li demjimêr 18:53 erdhejeke bi hêza 5.0 ku navenda wê Baliklidere-Defne ya Hatayê ye çêbû.
Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 8.1 kîlometre bûye.
Piştî erdhejê gelek welatiyan li ser medya civakî ragihandiye ku li bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Edene û hin deverên din jî hest bi wê erdhejê hatiye kirin.
Di encama erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê de, bajarê Hatayê wêran bûbû ku pêr jî erdhejeke bi pileya 6.4 rû dabû û gelek avahiyên din ên xisardîtî jî herifîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin