PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Lîbyayê ve hat dayîn, ji ber karesata lehiyê û encamên wê yên ku bandoreke neyînî li deverê kir, salek rewşa awarte hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, rewşa awarte li deverên ku bandora lehiyê lê zêde hatiye dîtin hatiye ragihandin.
Hat diyarkirin ku li bajarê Dernayê ku 9 hezar kes wenda bûn, 150 kes ji ber ava vexwarinê jehrî ketin. Ji ber germê cenazeyên hîn di bin xirbeyan de bûn bêhn girtin.
Her wiha hat diyarkirin ku Saziya Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) jî bi raportekê ragihand ku ji bo hewcedariyên nêzîkî 250 hezar kesan pêk bîne, ji Lîbyayê re 29 ton alavên tenduristiyê hatine şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin