PeyamaKurd – Rêvebiriya parastina sîvîl ya bajarê Zaxo ya Herêma Kurdistanê ragihand ku kesê bi navê İlyas Yusifê yek salî dikeve nav avê û pismamê wî yê ku dixwaze wî rizgar bike yê bi navê Ciwan Huseyîn Şerîf (18) xwe davêje nav avê da Ilyas Yusif rizgar bike.
Li gor rêvebiriya parastina sîvîl; kesên navborî li gundê Gurguran ketine nav ava Dîcleyê ber pêlan. Heya niha cenazê Ciwan Huseyîn hatiye dîtin lê lêgerîna li İlyas Yusif dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin