Kolberekî Kurd ji ber sermayê can da

Kolberekî Kurd ji ber sermayê can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Malpera komela mafên mirovan Hengawê da xuyakirin, îro danê sibê kolberekî kurd bi navê Şehram Qadirî ku xelkê gundê Weştepe yê Bokanê bû, li devera Bane ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Hengawê ragihandiye ku ji destpêka sala 2021ê heta niha herî kêm 8 kolberên kurd ji ber sermayê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin