Tirkiyê car din Sîdekanê bombebaran kir

Tirkiyê car din Sîdekanê bombebaran kir

PeyamaKurd-Hat ragihandin ku 2 balafirên artêşa Tirkiyê û tevî yekîneyan topavêjan, li bajarê Hewlêrê, navçeya sîdekanê bombebaran kirine. Rêvebirê nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî bûyerê weha ragihand:

“Siet li dora 02:35 ê şevê, piştî balafir keşfên xwe kirin, siet di 03.00an de bi topan qûntarên Kanî Dizan û Serî Ziraran yên li ser sînorê Xelîfanê dan ber topan.”

Çelebî got ku piştî topbaranê ji hewayê de dever hatiye bombebarankirin. Balafirên Tirkiyê di nav nîv sietan de 4 cara gundên Xelîfanê bombe kirine û bê navber bi topan lêdane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin