Yekîtiya Ewropayê jî bangewazî li Erebistana Siûdiyê kir

Yekîtiya Ewropayê jî bangewazî li Erebistana Siûdiyê kir

PeyamaKurd - Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, ji rayedarên Siûdiyê xwest ku lêkolîneke zelal derbarê rojnamevanê li konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê winda de bêkirin.

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini di civîneke rojnamevaniyê de  ragihand, ku Yekîtiya Ewropa piştgiriyê bo lêkolîna derbarê dosyeya Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê hemwelatiyê Erebistana Siûdiyê li kosolosxaneya heman welatî li Stenbola Tirkiyê de dikin.

Mogherini herwiha got: "YEyê çav li rê ye ku rayedarên Erebistanê lêkolîneke tam û zelal derbarê bûyera qewimî de bikin".

Kaşikçi ji dema ku di 2yê Cotmehê seredana konsolosxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê dike de winda ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin