TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bane | Rejîma Îranê kolberekî Kurd birîndar kir

İlyas batu
Edîtor
📅 08 adar 2025 10:41

PeyamaKurd – Rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd kir hedefa rasterast û ew birîndar kir. 

Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku duh, (07.03.2025) çekdarên rejîma Îranê, li gundê Berdereşê yê bi ser Banêya Rojhilatê Kurdistanê ve, kolberê Kurd Ehmed Kerîmzade (36) kiriye hedefa rasterast û ew ji her du lingên wî ve birîndar kiriye. 

Çavkaniyên Hengawê diyar kirine ku piştî ku nexweşxaneyên li Banê nekarîne birînên kolberê Kurd Ehmed Kerîmzade derman bikin, ew veguhastine yên li bajarê Sinê.

Parve bike: