TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berpirsê lojîstîka DAISê hat desteserkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2020 22:11

PeyamaKurd - Li devera Dûbiz ya parêzgeha Kerkûkê berpirsekî DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Berdevkê Qaymeqamtiya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, Welîd Hemdanî ragihandiye ku ev demek e hêzên ewlehiyê li gund û deverên derdora Dûbizê dest datînin ser baregeh û teqemeniyên DAIŞê, ji ber ku çalakiyên wan zêde bûne.

Welîd Hemdanî got, hêzên ewlehiyê doh kesekî bi navê Ebû Ayşe girtin ku berpirsekî DAIŞê yê karê gihandina xwarin û pêdiviyên lojîstîkî ye bo çekdarên DAIŞê yên li çiyayê Mame.

Bajarokê Dûbiz 45 km dûrî bajarê Kerkûkê ye û dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê.

Parve bike: