Kurdistan
Berpirsê lojîstîka DAISê hat desteserkirin
PeyamaKurd - Fermandariya Firqeya Bersivdana Bilez ragihand ku berpirsê lojîstîka DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê hatiye deseteserkirin.
Fermandariya Firqeya Bersivdana Bilez bi daxuyaniyekê ragihand ku li qezaya Daquqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê berpirsê lojîstîka DAIŞê ji aliyê Firqeya Polîsên Bersivdana Bilez bi hevahengiya ligel Dezgeha Asayîşa Niştimanî hatiye girtin.
Ev demek e li Kerkûkê liv û tevgera DAIŞê zêde bûye û çend car in êrîşan dibe ser hêzên ewlekariya Iraqê ku hejmarek kes jî têne kuştin.