Kurdistan
Li Meletiyê erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê, îro danê êvarê erdhejeke bihêz rûda.
Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku îro 8ê Çile roja Duşemê, li navçeya Puturge ya Meletiyê li demjimêr 16:19an erdhejeke bi tundiya pileya 4.4 çêbû.
Li gorî AFADê navenda erdhejê navçeya Puturge bûye û di kûrahiya 9,6 kîlomtreyan de pêk hatiye.
Derbarê ziyanên erdheja ku li derdorê jî hatiye hîskirin de ti agahî nehatine parvekirin.