TR KU SO
FB X
Kurdistan

Netanyahû: Me belgeyên nepen ên Îranê dan Trump

Hevi Turan
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2019 23:15

PeyamaKurd - Serokwezîrê Israilê Benyamin Netanyahu da xuyakirin ku tîmek ji îstixbarata Israilê MOSSAD, di meha Nîsan a sala 2018an de bi hezaran belgeyên nehênî liser bernameya atomî ya Îranê bidest xistine.

Netanyahû got, piştî wê wan ev belge gihandine Serokê Amerikayê Donald Trump ku biryar da Rêkeftina Atomî ya ligel Îranê yekalî hilweşîne.

Doh Serokwezîr Netanyahu Xelata Ewleyiya Neteweyî pêşkeşî wê tîma belge bidestxistine kir.

Lê belê Netanyahu û MOSSADê bi çi awayî karîn e wan belgeyan bidest bixin eşkere nekirin.

Parve bike: