Kurdistan
Serokomarê Tirkiyeyê serdana Diyarbekirê dike
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di çarçoveya mîtînga AKPê û merasîma vekirina çend projeyan, serdana Diyarbekirê dike.
Li gor zanyariyan Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, roja 15ê Cotmehê serdana Diyarbekirê dike û beşdarî mîtînga partiya xwe ya li Qada Îstasyonê û merasîma vekirina çend projeyan dibe.
Herwiha tê çaverêkirin ku Erdogan di mîtîngê de qala pirsgirêka Kurd û gavên ku di heyama AK Partiyê de hatine avêtin bike. Li gorî zanyariyan, Erdogan wê di heman rojê beşdarî hin çalakiyên Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê jî bibe.