TR KU SO
FB X
Kurdistan

Silêmanî | Li Çemçemalê bi çekan êrîsî avahiya PDKê kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2020 00:33

PeyamaKurd - Li bajarokê Çemçemal ê Silêmaniyê ji sê aliyan ve, gule li baregeha Liqa 19 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin berdan.

Hat ragihandin ku îro êvarê li Çemçemalê gule li baregeha Liqa 19 ya PDKê hatin reşandin û li gor zanyariyên destpêkê, bi çeka keleşkofê êrîş hatiye kirin.

Berpirsê Liqa 19 ya PDKê yê li Çemçemalê Seyîd Rêbwar ji Kurdistan24ê re ragihandiye; li demjimêr 18:00ê vê êvarê 14ê Kanûna 2020an, ji sê aliyan ve gule li baregeha wan hatine berdan.

Seyîd Rêbwar eşkere kir ku çend xulek pevçûn qewimî, lê ti zirar dernekete holê û heta niha nayê zanîn ku gule ji aliyê kê ve hatine berdan û li bendê ne ku hêzên ewlehiyê lêkolînan bikin.

Parve bike: