PeyamaKurd- Li paytextê Afganîstanê li Kabîlê du êrîşên xwekûjî hatin kirin. Li gorî agahiyên pêşî, di encama êrîşê de 20 kes hatine kuştin û 70 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezîrê Karên Hundir Nasrat Rahîmî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku li Kabîlê li herêma Daştî Barçî êrîşkarekî xwekuj, di saloneke werzişê de xwe teqandiye. Piştî vê teqînê, rojnamevan ji bo ku nûçeyê çêbikin, têne cihê bûyerê û êrîşkarê duyem jî tevlî wan dibe û xwe di nava wan de diteqîne.
Di encama her du teqînan de herî kêm 20 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûne. Rewşa hinek birîndaran giran e û em tirs dikin ku mirî zêdetir bibin.
Li gorî agahiyên dawiyê, IŞÎDê êrîş girtiye ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin