PeyamaKurd – Li devera Shanganî ya paytexta Somalî Mogadîşuyê êrîşkarekî xwekuj li nav restoranekê bombeya bi xwe ve girêdabû teqand.
Hat ragihandin ku di êrîşê de pitikek jî di nav wan de 5 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Ragihandinê ya Somaliyê Îsmaîl Mukhtar Oronjo, li ser medya civakî da xuyakirin ku êrîşa hatiye kirin êrîşeke xwekujî ye û derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Êrîşa ku hîn rêxistinekê li xwe negirtiye, tê texmînkirin ku ji aliyê rêxistina bi ser El Qaîdeyê ve Eş-Şebabê ve hatiye encamdan ku gelek caran êrîşî cihên sivîlan dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin