PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser pêşdeçûnên li Afxanistanê axifî û got ku ew ne bo ‘neteweyekî avabikin’ li Afxanistanê mane û biryara terka Amerîkayê ya Afxanistanê rast e. Biden got ku di şertên hêzên asayîşa Afxanistanê, dilê wan naxwaze bo welatê xwe şer bikin de, divê leşkerên Amerîkayê şer nekin û dê şer nekin jî.
Joe Biden di daxwuyaniya xwe de got eger Talîban mudaxele bi operasyona tehliyeya bike an êrîşê leşkerên Amerîkayê bike, wê bersiva bilez û dijwar bidin Talîbanê û vê yekê ji Talîbanê re gotine.
Piştî hindik mabû Talîban temamê Afxanistanê bidest bixe, hinek ji artêşa Afxanistanê bi helîkopter û balafiran ji Afxanistanê reviyan. Her weha 200 kes ji hukumetê tevî serokkomar Eşref Xenî ve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin