Karmendê Xaça Sor a Navdewletî di êrîsa DAISê de birîndar bû

Karmendê Xaça Sor a Navdewletî di êrîsa DAISê de birîndar bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karmendekî Xaça Sor a Navdewletî di encama êrîşeke şaneyên DAIŞê ya li nav kampa Holê de birîndar bû.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, terorîstekî DAIŞê li nav kampa Holê bi amûreke tûj êrîşî endamekî Xaça Sor a Navdewletî kir û di encamê de karmendê Xaça Sor birîndar bû.

Hat zanîn ku pştî wê êrîşê, Xaça Sor a Navdewletî hemû xalên xwe di nava kampê de vala kirin û endamên xwe bi temamî ji kampa Holê vekişandin.

Doh 11ê Çile jî peresterekî Heyva Sor a Kurd li nav kampa Holê bi destê endamên DAIŞê hatibû kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin