Di hêrisa Îsraîlê ya li Lubnanê de 2 Kurdên ji Kobanî can dan

Dîroka weşanê :
Di hêrisa Îsraîlê ya li Lubnanê de 2 Kurdên ji Kobanî can dan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di hêrişên artêşa Îsraîlê yên li diji Hizbullaha Lubnanê de, li Beyrûta paytexta Lubnanê 2 Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Hate hînbûn ku di bombebarana artêşa Îsraîlê ya duh a li Beyrûtê de 2 Kurdên ji bajarê Kobanî yên bi navê Ebdulla Sadiq û hevjîna wî Yazî Mislim canê xwe ji dest dane.

Ebdullah Sadiq û Yazî Mislima ku ji gundê Hilincê yê Kobaniyê bûn, di 2018an de ji ber şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê koçî Lubnanê kiribûn.

Hêrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî Lubnanê, tenê bandorê li xelkê Lubnanê nake, her wiha bandorê li penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin