PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê di êrîşe asmanî ya ser Lubnanê de avahiyeke li bajarê Nebatiyê kire armanc.
Li gorî zanyariyan, balafireke bêmirov a Îsraîlê îro 15ê Sibatê êrîş biriye avahiyeke li bajarê Nebatiyê yê Lubnanê û di encamê de 10 kes hatine kuştin.
Çavkaniyan ragihandiye ku kesên hatine kuştin piraniya wan ji heman malbatê ne û 3 jî endamên Hizbullaha Lubnanê ne.
Artêşa Îsraîlê doh 14ê Sibatê ragihandibû ku wan lli dijî Hizbullaha Lubnanê êrîşên asmanî yên berfireh dane destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin