Hilberîna çîlekan ber li koça hinek xelkê Sason girt

Hilberîna çîlekan ber li koça hinek xelkê Sason girt

PeyamaKurd – Li Bajarê Batmanê li navçeya Sasonê çend sale ku hilberîna çîlekan têkirin. Berê, xelkê deverê bi çandina titûnê debara xwe dikir. Çend sale ku dewlet nema titûna deverê dikire û xelk dest bi koça aliyê Anedolê kiribû.

Niha cotyarên ku çîlekan hildiberînin, li dora 350 malin. Gundên weka Sêbanê, Kêlhesna, Tîra, Çem û gelek gundên din ber û berê çemê Sasonê li ser erdê xwe çîlekan diçînin. Dewlet çîlekan dide cotyaran bê ku pere ji wan bistîne.

Bi sedema bûyerên siyasî gelek gundên Sason hatibûn valakirin û hinek malbat jî berê nikaribûn debera xwe bikin û koçkiribûn rojava. Niha koça zêde li Sason nemaye ji ber dikarin debara xwe bi çîlekan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin