PeyamaKurd – Rûsyayê duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê Kharkiv xist. Li gorî daxuyaniya rayedarên herêmê di êrîşê de 6 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Şaredarê Xarkovê Îhor Terekhov ragihand ku li herêma Şevçenkîvskîyê êrîşa bi balefirên bêmirov pêk hatiye û di avahiyan de zirar dîtine.
Terekhov destnîşan kir ku di êrîşê da qadên niştecihbûnê bûne hedef, avahiyeke bilind a 9 qatî, 3 malên razanê, avahiyên îdarî, dikan, benzînxane û wesayîtan zirar dîtine.
Artêşa Ukraynayê ragihand ku pergalên parastina hewayî yên wê 3 ji 6 moşekan û 28 ji 32 dronên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin îmha kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin