PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 130 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 15 kesan can dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir; 130 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 45 kes li Hesekê, 16 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Cil Axa, 28 kes li Reqayê, 29 kes li Dêrezorê û 4 kes li Kampa Rojê ne.
Herwiha hat eşkerekirin, 15 kesan can dane û 9 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihîştiye 15963 kesan, ji wan 1629 kes baş bûne û 593 kesan can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin