PeyamaKurd – Ciwanekî kurd ku li Balafirxaneya Stenbolê wekî karmendê ewlehiya taybet dixebitî, ji ber nijadperestiyê dawî dawî li jiyana xwe anî. "Ji ber kurdbûnê, her tim em hatîn pêpeskirin û vederîkirin.”
Ciwanê kurd Ibrahim Layik berî ku dawî li jiyana xwe bîne, li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyekî xwe parvekiriye ku tê de xemgîn û çavşil xuya dike. Ciwanê kurd li bin wêneye xwe wiha nivîsiye, “ji ber kurdbûnê, em her tim hatîn pêpeskirin.”
Ibrahim Layik li Balafirxaneya Stenbolê wekî karmendê ewlehiya taybet kar dikir. Layik ji ber bijadperestî û dîkekirinê li ser kar dawî li jiyana xwe anî.
Layik di parvekirina xwe ya dawî de destnîşan dike ku ji ber kurdbûnê her dem hatiye pêpeskirin:
“Ji ber ku ez kurd bûm, her tim hatim pêpeskirin û vederîkirin. Belkî bi vêya ku ez dikim re biguhere. Heqê xwe li min helal bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin