NY ji ber ewlehiya sivîlên Rojava bi fikar e!

NY ji ber ewlehiya sivîlên Rojava bi fikar e!

PeyamaKurd - Şêwirmendê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Taybet bo Sûriyê di alîkariyên mirovî de Najat Rochdi, ragihand ku NY ji ber rewşa ewlehiya sivîlên bakurê rojhilatê Sûriyê bi fikar e.

Nochdi bal kişand ser tundî û şerê berdewam li Rojavayê Kurdistanê û ewelekariya bi hezaran sivîlan di xeterê de ye û ev jî endîşeyeke mezin derdixe holê.

Rochdi ragihand ku ji 9ê Cotmehê ve (destpêkirina êrîşên artêşa Tirkiyê) NY agahiyên mirin û birîndarbûna bi dehan sivîlan bi teqemeniyên destçêkirî distîne û ji 200 hezar koçberên terka malên xwe kirine jî hîna 100 hezarên wan nikarin vegerin malên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin