Ser di navbera Îsraîl û Hizbullahê de!

Ser di navbera Îsraîl û Hizbullahê de!

PeyamaKurd – Hizbullah a ku bi Îsraîlê re di nav şer de ye ragihand ku 2 endamên wê mirine. Hat ragihandin ku hejmara endamên Hîzbullahê yên ku di pevçûnên bi Îsraîlê re ji 8ê Cotmehê heta niha hatin kuştin derket 140î.

Tevgera Hizbullah a Lubnanê ragihand ku di şer û pevçûnên bi artêşa Îsraîlê re li herêma sînorî ya li başûrê Lubnanê 2 endamên wê hatine kuştin.

Hîzbullahê derbarê endamê xwe yê ku di şerê bi Îsraîlê re jiyana xwe ji dest da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku endamên Hîzbullahê yên bi navê Abbas Huseyîn Cemmul û Muhammed Hadî Ubeyd "ji bo Qudsê jiyana xwe ji dest dane."

Hejmara endamên Hîzbullahê yên ku di pevçûnên bi Îsraîlê re ji 8ê Cotmehê vir ve hatin kuştin derket 140î.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin