4 heciyên Kurd li Anbarê qeza kirin û can dan

4 heciyên Kurd li Anbarê qeza kirin û can dan

PeyamaKurd – 4 heciyên Kurd yên xelkê bajarê Herêma Kurdistanê yên Silêmaniyê di wexta ji hecê dadigeriyan, li bajarê Anbarê yê Iraqê, di qeza trafîkê de can dan.

Serokê Heyeta Tenduristiyê yê Anbarê Enes Qeys Ani ji bo Rûdawê ragihandiye ku qeza li Rumadiye li devera Hamziye çêbûye û sedem jî ereba wan wergeriyaye.

4 kesên mirine 2 ji wan jin û 2 ji wan zilamin. Navên wan Casim Hesen Husên, Mistefa Hesen Ferec, Tenya Kamîl Kake Bira û Neîme Usman Husên in.

Di qezayê de heciya bi navê Şîrîn Reza Abid birîndar bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin