PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di Lûtkeya Frankofoni ya li Tunusê hat rêvebirin de ligel ciwanên ku bi Frensî diaxivin civiya. Macron, xetereya li ser zimanê Frensî û sedemên wê nirxandin.
Emmanuel Macron, di Lûtkeya Frankofoni ya 18emîn de ligel ciwanan civiya û li ser xetereyên li ser Frensî û kêmbûna axaftina bi Frensî axivî. Macron da zanîn ku li welatên Magripê yên ji Tunus, Fas û Cezayîrê pêk tên, li gorî 20-30 sal berê, zimanê Frensî hîn kêmtir tê axaftin.
Macron, vê rewşa ku li ser Frensî peyda bûye, bi siyasetê ve girê da û diyar kir ku hem ji ber rewşên siyasî hem jî ji ber ku Frensî dereng tê fêrbûn û bikaranîna Îngilizî hîn zêdetir dibe, Frensî her ku diçe, kêmtir tê axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin