PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê peyameke pîrozbahiyê belav kir ku tê de ji deshilatdariya Tirkiyê daxwaz kir; zimanê Kurdî bi fermî nas bike û rê li ber perwerdehiya zimanê Kurdî veke.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniya bo 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de got, "Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî sereke ye!" û bal kişand ser biryarên sazî û rêxistinên navdewletî yên wekî UNESCOyê yên derbarê jiyandina zimanên zikmakî de.
HDPê diyar kir ku di dirêjahiya dîroka Tirkiyeyê û di 100 salên dawî de, nêzîkatiya dewletê ya li hember zimanê kurdî li ser esasên bişaftin û înkarê bûye û Zimanê kurdî bi awayekî sîstematîk ji hemû qadên jiyanê hatiye dûrxistin.
Di peyama HDPê de hat gotin, “Divê destûra bingehîn a nû ya Tirkiyê li gorî vê rastiyê bê amadekirin û mafê zimanê dayikê wek fermî bê naskirin û qebûlkirin. Ev destûra bingehîn wê di hemû qadên jiyanê de perwerdehî û pêşxistina zimanê kurdî û zimanên din bi xwe re bîne. Ev maf mafekî sereke, esas û gerdûnî ye, nikare bê piştguhkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin