PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li başûrê Kerkûkê ku dikeve derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê, di nav 2 hefteyan de di encama operasyonan de 17 endamên DEAŞ ê hatin kuştin. Tora medyayê ya ewlehiya Iraqê mijarê bi awayekî nivîskî ragihand.
Operasyon li başûrê Kerkûkê li Wadiya Çayê, Çiyayê Hemrînê, Pirde û devera Korê hatine kirin. Di ragihandinê de hat gotin ku wê di navbera Kerkûk-Selahaddîn û Mûsilê de operasyon zêde bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin