PeyamaKurd – Wezareta Palandanînê ya Iraqê ragihand ku biryar hatiye dayîn serjimarî di meha Mijdar a 2024an de bê kirin.
Wezîrê Plandanînê yê Iraqê Elî Tamîm ragihand ku daxwaziyek zêde bo serjimariyê heye û wan biryar daye di meha Mijdarê de proseya serjimariyê li seranserê Iraqê birêve bibin.
Berdevkê Wezareta Plandanînê Ebdulreza Hindawî daye xuyakirin, dê di serjimariya giştî de hemû parêzgeh hebin û ji bo koçberên li kampan dimînin jî planeke berfireh hatiye danîn.
Hidawî got ku amadekariyên teknîkî bo serjimariya giştî bidrawî bûne û dê cihên koçberan û kampan jî piştî dîmenên satalaytê bên diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin