DYA ji Îsraîlê re got: Em ê besdarî hêrisa tolhildanê nebin

DYA ji Îsraîlê re got: Em ê besdarî hêrisa tolhildanê nebin

PeyamaKurd – Hate angaştin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Îsraîlê re ragihandiye ger Îsraîl li dijî rejîma Îranê hêrişeke bersivdayînê pêk bîne, ew ê beşdarî vê hêrişê nebe.

Di nûçeya BBCyê ya ku spartiye rayedarên payebilind ên Koşka Spî de hatiye gotin ku Qesra Spî hişyarî daye Îsraîlê ku DYA wê beşdarî ti hêrişên tolhildanê yên li dijî Îranê nebe.

Weke tê zanîn piştî hêrişa Îsraîlê ya 1ê Avrêlê ya li dijî Balyozxaneya Îranê ya li paytexta Sûriye Şamê ku di encamê de 7 efserên payebilind ên Artêşa Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin, Serkêşên rejîma Îranê gefên tolhildanê li Îsraîlê xwaribûn.

Piştî çend rojan rejîma Îranê şeva Şemiyê bi frokeyên bêmirov û mûşekên balîstikî hêrişî Îsraîlê kir.

Di dema hêrişa Îranê de DYAyê banga rawestandina hêrişê li Îranê kir û ji Îsraîlê jî xwest ku li dijî Îranê hêrişa tolhildanê neke.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin