KNK dibêje bi sebir bin, HPG dibêje karê Pêsmerge li wê derê çi heye!

KNK dibêje bi sebir bin, HPG dibêje karê Pêsmerge li wê derê çi heye!

PeyamaKurd – KNK bo Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye ku hukumeta Herêma Kurdistanê bila bi sebir be û HPG dibêje karê Pêşmerga li Çiyayê Metîna çiye!

Konseya Rêvebir ya Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK li ser êrîşa PKK ê ya ser Pêşmergeyan û êrîşa ser Kamapa Mexmûrê ragihandinekî kir. Di ragihandina KNK ê de, bo her dû aliyan banga hesasiyetê û diyalogê kir. Di beyana KNK ê de weha hat gotin:

“Li devera Metîna, di wextê sibê de bûyerên talûke çêbûn. Di bûyera bi êş de grûbekî Pêşmerge jiyana xwe ji dest da. Xelkê Kurd û dostên wan bo bûyerê xemgînin.

Li devera Metîna nêzî 40 roje di navbera hêzên HPG/YJA STAR ê û artêşa Tirkiyê de şer dewam dike. Encama şer diyar nîne. Artêşa Tirkiyê bi êrîşên xwe xelkê deverê û xwezayê îşxal dike. Heya niha 22 gund vala bûne. Agir bera arazî û daristanan dan.1500 kes ji gundan barkirin.

Serokkomarê Tirkiyê di 2 yê hezîranê de di axaftina xwe de peyama kokujiya Kurdan da. Hem got dê Kampa Mexmûrê îmha bike.13 hezar kesên li Kampa Mexmûrê dijîn ku bi sedema zora Tirkiyê koça wê derê kirine. Tabloya li holê safî û zelal e. Bo plana Tirkiyê neçe serî divê xelkê Kurd bihevre tevbigere.

Pirsgirêka di navbera hêzên Kurdistaniyan de çêbûye divê bi rêya diyalogê çareser bibe. Bi vê sedemê ev salekiye bo aştî û diyalogê em hewl didin.

Em bo hemû terefan bang dikin. Pirsgirêk divê di rêya diyalogê de çareser bibin. Divê temamê hêzên Kurdistanî berpirsiyariya xwe bicîh bînin.

Herî dawî em bo Pêşmergeyên jiyana xwe dane, bo wan ji Xwedê rehmet û bo malbatên wan sersaxiyê dixwazin.”

FERMANDARİYA HPG Ê YA METÎNA XABÛR:

Fermandariya HPG ê ya Metîna û Xabûrê peyamekî daye rojnama Özgür Gündem ê û di peyama xwe de weha gotiye:

“Fermandariya HPG ê ya seha Metîna Xabûrê dibêje ku wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê gotiye ‘bo sîvîlan biparêzin çûne deverê.’ HPG gotiye; ‘li devera navborî gundekî an jîngehekî tineye. 25 sale Pêşmerge neçûye wê deverê. Berpirsiyariya bûyerê ne li aliyê me ye lê aliyê kesên wan hêzan şandine wê derê ye.’

Di wextên borî de HPG ê ragihandibû ku wan bo hişyariyê sîlih bera hewa dane û niha berpirsiyariyê dixin aliyê hêzên Pêşmerge.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin