PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hizbullaha Lubnanê êrîşê 4 baregehên Îsraîlê yên li bakurê welêt kir.
Hizbullahê li ser Telegramê ragihandiye ku wan êrîş biriye ser baregeha Mahfat Alon a komkirina hêzan û bi tevahî 4 baregehên Îsraîlê kirine armanc.
Hatiye gotin ku di êrîşan de cihê leşker û efseran hatine hedefgirtin.
Televizyona Fermî ya Îsraîlê KANê jî diyar kiriye ku fuzeyên ji aliyê başûrê Lubnanê hatine avêtin, ji aliyê sîstema Quba Hesin ve hatine pûçkirin û li 5 deveran dema lêdana fuzeyan agir derketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin