Li Hesekê bi wesayîteke bombebarkirî êrisî birin ser girtîgehekê

Li Hesekê bi wesayîteke bombebarkirî êrisî birin ser girtîgehekê

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê ku dikeve bakurê rojhilatê wî welatî bi wesayîteke bombebarkirî êrişek bombeyî birin ser girtîgehekê.

Li gorî nûçeya Televizyona Sûriyê, ku xwe dispêrê zanyariyên peyamnêrên herêmî, girtîgeheke li Hesekê rastî êrişeke bombeyî hat.

Wesayîteke bombebarkirî bi dîwarê derve yê girîgehê ku dikeve aliyê Meydana El Leylayê hate teqandin.

Derbarê qurbaniyan de tu agahî nehatin parvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin