PeyamaKurd – Saziya Dadweriya Îranê ragihand ku têkildarî êrîşa bombeyî ya ku di salvegera 4emîn a kuştina Qasim Silêmanî li parêzgeha Kirmanê pêk hat de, 35 kes hatin desteserkirin.
Di daxuyaniya Dezgeha Dadweriya Îranê de hat ragihandin, di çarçoveya êrîşa bombeyî ya ku di 3ê Çileya 2024'an de li parêzgeha Kirman a Îranê di 4emîn salvegera kuştina Qasim Silêmanî de pêk hat de, heta niha 35 kes hatine girtin û desteserkirin.
Daxuyaniyê tekez kir ku piraniya encamderên sereke yên êrîşê hatin naskirin û girtin û bal kişand ku hin ji wan girtiyan bi tawanên "hevkariya bi DAIŞê re û pêkanîna tawanên li dijî mirovahiyê" hatin dadgehkirin.
Di du teqînên cuda de li nêzîkî goristana ku tirba fermandarê berê yê Artêşa Pasdarên Şoreşê Qasim Silêmanî li bajarê Kirmanê yê Îranê ye, zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û derdora 300 kes jî birîndar bûn.
Rojek piştî êrîşê rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin