PeyamaKurd – Li bajarê Minbicê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymana Navdewletî de ye, îro 11ê Nîsanê du teqîn rû dan.
Li gor çavkaniyên herêmê teqîna pêşî li bajarê Minbicê li nêzî miraba Şaredariya Gel a Minbicê bombeyeke dengî teqiya.
Hevdem li kolana 30 a rojavayê bajar jî mayîneke ku li kolanê hatibû bicihkirin dema ku erebeyeke sivîl derbas dibû, teqiya.
Di encama herdu teqînan de tenê zirarên madî çêbûn û ti ziyaneke giyanî çênebû.
Hêjayî bîrxistinê ye, piştî têkçûna DAIŞê ji aliyê leşkerî ve li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, şaneyên razayî yên rêxistina terorîst bûn sedema xeteriyê û li nav bajaran dest bi êrîşan kirine.
Li aliyê din gefên Tirkiyê yên ser Minbicê û Rojhilatê Çemê Firatê hîn berdewam dikin ku li gor ragihandinên dawî li Til Rifetê artêşa Tirkiyê hêza xwe zêde dike.
Di êrîşeke bombeyî ya çend roj berê de jî 7 şervanên Erka Xweparastinê jiyana xwe ji dest dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin