PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina li Enqerê civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar xistin.
Wezîrê Fransayê di civînê de ji ber kiryarên dijî azadiya ramanî û rojnamevanan rexne li Tirkiyê girtin û derbarê rewşa Idlibê de jî diyar kir ku ew piştgirê aramkirina rewşê ne.
Çavuşoglu derbarê nameya Amerîkayê ya bo S-400an de axivî û got, “Em ûslûba nameyê qebûl nakin. Ti kes nikare li me ferz bike. Tirkiyê S-400an kirîne. Serokomarê me îfade kir. Dê S-400an werin Tirkiyê. Tirkiye ji biryara xwe venagere. Di demeke kin de dê bersiva nameyê bê dayîn.”
Wezîrê tirk li ser hevkariya Fransayê ya bi hêzên Kurd re jî rexne li Fransayê girtin û got, “Em hevkariya bi YPGê re ya Fransayê rast nabînin. Hevkariya bi YPGê re li Fransayê nayê.”
Li ser agirbesta Idlibê jî Çavuşoglu got ku êrîş li xaleke Tirkiyê ya çavderiyê hatiye kirin û hê ew nikarin bêjin ku agirbesteke tam hatiye ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin