PeyamaKurd - Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê ragihand ku li wî bajarî rewşa 5 tûşbûyên vîrûsa koronaya nû (Covid-19) baş bûye û boji nexweşxaneyê derketine.
Rêvebirê Tendirustiya Silemênaiyê Dr. Sebah Hewramî ragihand ku rewşa tendirustiya 5 tûşbûyên Covid-19ê yên li nexweşxaneyên Silêmaniyê baş bûye û herwiha rewşa nexweşên din ên bi heman vîrûsê ketine jî ber bi başbûnê ve diçe. Dr. Sebah Hewramî diyar kir ku ew di hêviyê de ne ku rewşa hemû tûşbûyên Covid-19ê di zûtirîrn deme de baş bibe û bo malên xwe bêne şandin.
Hewramî herwiha daxwaz ji wan kesên ku bo mala xwe hatine şandin heta 14 rojan peywendiyên nêzîkbûnê ligel kesên din nekin.
Hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Covid-19 ketine, 34 kes in û heta niha ji wan rewşa 9 kesan baş bûye û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Piraniya tûşbûyên koronavirusê li Herêma Kurdistanê, ji bajarê Silêmaniyê ne. Ji 34 kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê tûşî vê nexweşiyê bûne, 25 kes ji Silêmaniyê û 9 kes jî ji Hewlêrê ne.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku weke bergerî li hembarî Covid-19ê bo heyama 5 rojan qedexeya çûnûhatinê li nav parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê ragihandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin