PeyamaKurd - Hêzên ewlekarîyên yên Îranê li navçeya Merîwan a ser bi parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê ve 4 xortên kurd desteser kirin. Herwiha li navçeya Şino ya parêzgeha Urmiyê jî 2 welatiyên Kurd bangî navenda Îtilaatê hatin kirin.
Hêzên ewlekarîyê yên Îranê herwiha di du operasyonên cuda de bi ser gundê Serdoş de girtine û 4 xortên Kurd ên xelkê wî gundî desteser kirine.
Çavkaniyên xwecihî didin xuyakirin ku biserdegirtina gundê Serdoş û desteserkirina xortên wî gundî ji aliyê hêzên ewlekarîyê yên Îranê ve, ji ber birêvebirina merasimên taybet ên ji bo cejna Newrozê li herdu gundên Serdoş û Nê û beşdariya wan kesan di rêkxistina merasiman de bûye.
Roja şemiyê jî 4 welatiyên din ên xelkê gundê Aliyawe, bi heman sedemê bangî navenda Îtilaata Şinoyê hatibûn kirin û lêpirsîn bi wan re hatibû kirin.
Roja Çarşemiya bihorî jî, hêzên Supaya Pasdaran êrîş biribûn ser merasîma taybet a cejna Newrozê li gundê Hesen Nûran ê Şinoyê û di navbera xelkê gund û beşdarbûyên merasimê ligel hêzên Supaya Pasdaran de alozî derketibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin